Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê serxweşî li malbata Hawta Eshed kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya hunermendê navdar Hawta Eshed, peyameke sersaxiyê arasteyî kesûkar û malbata wî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ji bo koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurdistanê Hawta Eshed, pirse û sersaxî li kesûkar û malbata cenabê wî dikim û hevbeşê xema wan im.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Xwedayê mîhreban giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bibexşîne malbata wî.”
Basnews
