• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Uzeya Rûsya kir

Gulan Media August 31, 2018 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Uzeya Rûsya kir
Duh li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê wezîrê enerijiya Rûsyeya Federal Pavel Sorokin û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de Cîgirê wezîrê enerjiya Rûsyeyê Pavel Sorokin behsa wan tehdîdên ku gelê Kurdistanê derbas kiriye kir û kêfxweşiya xwe bi Serok Barzanî gihand ku Herêma Kurdistanê ji ramî wan kêşe û arîşeyan di pêşketina berdewamdaye û eşkere kir ku Kurdistanê ji bo Rûsyeyê girîngiyeke xwe ya taybet heye û paşarojeke geş li benda Kurdistanê ye.

Sorokin daxwaz jî kir peywendiyên di navbera Rûsya û Kurdistanê di warên petrol, enerjî, teknelojiya nû û warên din de jî berfirehtir bibin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî spasî helwesta dostane ya Rûsye û Serokê vê welatî Vladimir Putin kir ku li hember gelê Kurdistanê raber kiriye.

Serok Barzanî behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyeyê jî kir û ev têkiliyên han bi dîrokî û dostane wesif kir û tekez li ser wê yekê kir ku di hemû waran da piştevaniyê pêşxistin û berev pêşveçûna peywendiyên di navbera Kurdistanê û Rûsyayê de dike.

Top