• Tuesday, 24 February 2026
logo

Bo Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde hat dayîn

Bo Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde hat dayîn

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê ragihand ku 8ê Nîsana 2022ê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û li Behra Reş dê baraneke zêde bibare û divê welatî hişyar bin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê li parêzgehên Dêrsim, Çewlig, Xarpêt, Mûş, Erzerom, Qers, Erdexan, Agirî, Colemêrg, Şirnex û Wanê û li çend parêzgehên Behra Reş dê baraneke zêde bibare û li cihê ku bilindahiya wan zêdeyî 1600 metre jî dê berf bibare.

Herwiha tê diyarkirin ku ji ber barana zêde divê welatî li hemberî lehî, brûsk, bahoz û aşûtê hişyar bin û tedbîrên xwe werbigrin.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê derbarê barîna tozê jî ragihandibû ku dê di van çend rojan de li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ew pêla toza ku ji Suriyê ber bi Tirkiyê ve hatiye bibare.

Di heman demê dê ligel barîna tozê bayeke bihz jî dê hebe bi taybet li parêzgehên wek Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Bedlîs û Wanê. Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê hişyarî daye welatiyan ku egera lehiyê jî heye lewra divê welatî şiyar bin.

 

Rudaw

Top