• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li ser fermana Mesrûr Barzanî Monoment a Şehîdan li Hewlêrê tê temam kirin

Li ser fermana Mesrûr Barzanî Monoment a Şehîdan li Hewlêrê tê temam kirin

Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê eşkere kir, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Monomênta Şehîdan a li Hewlêrê tê temamkirin.

Parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi mebesta temamkirina Monomênta Şehîdan a li Hewlêrê rizamendî li ser xerckirina bi qasî 3 milyar û du sed û heştê milyon û heft sed û duwanzdeh hezar dînar hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Parêzgeha Hewlêrê, Monumênta Şehîdan projeyeke temamnekirî ye û piştî çend salên rawestanê, ji aliyê Parêzgeha Hewlêrê ve serperiştiya temamkirinê tê kirin.

Monumênta Şehîdan li bilindahiyên nahiya Kesnezan, weke sembolek ji bo qurbanîdana gelê Kurd û bîranîna Enfal û şehîdên Kurd û Kurdistanê tê çêkirin.

 

Basnews

Top