• Tuesday, 24 February 2026
logo

Demirtaş: Ocalan got dixwazim berî ku bimirim dawî li vî karî bînim

Demirtaş: Ocalan got dixwazim berî ku bimirim dawî li vî karî bînim

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş di doza Kobaniyê de axivî û got, “Di pêvajoya çareseriyê de me vîna çareseriyê li Qendîl, Îmrali û li Enqereyê dît. Ez 8 caran çûm Îmraliyê, şandeya me 30 caran çû. Weke HDP me samîmiyeta Abdullah Ocalan dît. Abdullah Ocalan ji bo aştiyê xebitî, hem dewletê hem jî hikûmetê dît ku ew ji dil e. Pir baş tê bîra min ku Ocalan got 'Ez dixwazim berî ku ez bimirim dawî li vî karî bînim, bila her kes ji bo vê yekê tişta ji destê xwe tê bike.”

11mîn rûniştina doza Kobaniyê ya derbarê 108 kesan de ku di nav de Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demirtaş, Figen Yukdekdag û endamên meclîsa partiyê jî hene di 7ê Nîsanê de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê piştî nîvro berdewam kir.

Siyasetmedar û perlementera berê ya HDPê Ayla Akat Ata di rûniştinê de axivî û got, “Komîsyona Mafên Mirovan a Wezareta Dadê di bersiva serlêdana ku di 12ê Sibata 2021an de li Dadgeha Zagonan hat kirin de got, di bûyerên 6-8ê Cotmehê yên piştî twittekê rû dan de divê were gotin ku daxuyaniyên HDP û PKKê bûne sedema tundûtijiyê.”

Ayla Akat Ata diyar kir ku, bi rengekî zelal fermanê didin dadgeriyê û dibêjin ‘divê were gotin’. Li wê derê Dadgeha Zagonan gotiye 'dikare bê gotin' lê belê di îdîanameyê de fezlekeya desthilatdariyê hatiye nivîsandin. Tiştên hatine qeydkirin ev in.

Piştî Ayla Akat Ata, Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji cihê mayî dest bi parastina xwe kir.

Selahattîn Demirtaş got, “Ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ku polîtîkaya me hem ji bo min hem jî ji bo hevalên me yên partiyê çend hevgirtî ye. Ji aliyê hiqûqî, exlaqî, wijdanî ve guhdarî bikin. Pêşhikumên xwe deynin aliyekî yan jî bi wijdanên xwe guhdarî bikin. Di vê qonaxê de girîng e ku bê zanîn daxuyaniyên ji aliyê HDPê ve hatine dayîn, bi fermana rêxistinê hatine dayîn yan na.”

Demirtaş: Di daxuyaniyan de xwesteka tundiyê tune

Demirtaş diyar kir ku piştî vegera wî ya ji Kobaniyê hevdîtina wî ya bi Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu re erênî bû û got, “Ji ber şerê li Kobaniyê li herêmê û Rojhilata Navîn demek e aloz bû. Ez ji hevdîtinê bi avêtina gavên erênî veqetiyam. Wek ku şahid jî got, di daxuyaniyên min ên piştî vegera ji Kobaniyê yan jî hevdîtina Serokwezîr de xwesteka tundiyê nîn e. Ew daxûyanî ji bo başkirina pêvajoya çareseriyê û kêmkirina aloziyê bû. Ew daxuyaniyên li ser polîtîkaya partiya me ne.”

Demirtaş daxuyaniyên xwe yên dema Kobaniyê yek bi yek xwend û ragihand ku gotina wî ya ‘Heger em bi hev re li ber xwe bidin em dê bikaribin dengê xwe belav bikin’ di fezlekeyê de wek ‘Heger em di xendek, çeperan de li ber xwe bidin...’ hatiye destnîşankirin.

Demîrtaş diyar kir ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe û got, “Dozger Ahmet Altun me wekî handerên bûyerên Kobaniyê dide nîşandan lê em serî natewînin, em ji vê helwesta xwe tawîzê nadin. Ji ber ku em bi prensîb in, em bi exlaq in.”

Di berdewama parastina xwe de Demirtaş destnîşan kir ku şandeya HDPê ji bo aştiyê xebitiye, ji bo bêdengkirina çekan xebitiye lê îro girtî ye. Dadgeha we divê xwe ji têkiliya berjewendiya siyasî dûr bixe. Gotin 'HDPê tiştek nekir, ji bo aştiyê tiştek nekir'. Na, me gelek tişt kirin. Lê belê biryara şer hat dayîn û me nekarî pêşî lê bigirin.

Demirtaş li ser pêvajoya çareseriyê jî got, ‘’Me di pêvajoya çareseriyê de vîna çareseriyê li Qendîl, Îmrali û li Enqereyê dît. Xelk, leşker, mirovên li çiyê şer naxwazin, lê kesên ku dixwazin hene. Em bi prensîb û ehlaqî ne, em alîgirê siyaseta demokratîk in. Polîtîkaya partiya me ev e. HDP bi gotina, bila tecrîda li Îmraliyê bê rakirin dibêje, eger bi Îmraliyê re hevdîtin were kirin wê çek bêdeng bibin.’’

Em ne bi tundiyê re bûn

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş di doza Kobaniyê de diyar kir ku heger ew ê li vî welatî di nava aştî, wekhevî û aramiyê de bijîn, ez çawa dikarim polîsê li wir rûdine wek dijmin bibînim û ez çawa dikarim ew kesên ku dibêjin 'yên li çiyê terorîst in, dijminê min in' normal bibînim? Di cenazeyên leşker û polîsan de kîjan rayedarê hikûmetê dikare daxuyaniyên wek me bide? Ew dibêjin, heta kesê dawî jî  nemîne em ê şer bikin.

Demirtaş destnîşan kir ku ew tu carî bi tundiyê re nebûne.

Top