Revandiyeka êzîdî li Enqerê li mala endamekî DAIŞê de hat rizgarkirin
Jineke Kurd a êzîdî ku di dema komkujiya Şingalê de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, li Enqera paytexta Tirkiyê hat dîtin û hat rizgarkirin.
Jina êzîdî ya bi navê Rojda (Rojda navê wê rast nîne û ji ber ewlehiyê navê xwe guhertiye) ku nêzîkî 3 salan li taxa Saray ya navçeya Kazan ya Enqerê di mala endamekî DAIŞê de hatibû girtin, li hember 8 hezar dolar hat rizgarkirin.
Ew dirav ji aliyê malbata Rojadayê ve, ku niha li Kanada ne, hatibû dabînkirin.
Li gorî nûçeya medyaya Tirkiyê, Rojda dema tê rizgarkirin, ji ber nexweşiyê çend rojan li Tirkiyê tê dermankirin paşê diçe Kanada û digehîje malbata xwe.
Basnews
