Li Meletiyê 2 berpirsên HDPê hatin desteserkirin
Li navçeya Akçadag a ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ve 2 rêveberên HDPê bi hinceta parvekirinên li ser medyayên civakî hatin desteserkirin.
Li gor agahiyan, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Akçadagê de li taxa Garranê polîsan bi ser malan de girtin.
Di encama operasyonê de Rêveberê Rêxistina Meletiyê ya HDPê Nurettin Kimik û Rêveberê Navçeya Akçadagê ya wê partiyê Murat Çatak hatin desteserkirin.
Herwiha li gor agahiyan her du rêveberên HDPê bi hinceta “parvekirinên li ser medyayên civakî” hatine desteserkirin.
Rudaw
