• Tuesday, 24 February 2026
logo

Parêzgerê Duhokê: Washington daxwaz dike rêkeftina Şingalê bê bicîhanîn

Parêzgerê Duhokê: Washington daxwaz dike rêkeftina Şingalê bê bicîhanîn

Şandeke Parêzgariya Duhokê serdana Amerîkayê kir û ligel rayedarên hikûmî yên Amerîkayê hevdîtin pêk anîn. Parêzgarê Duhokê Elî Teter ragihand, rayedarên Washingtonê piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê car din anîn ziman.

Elî Teter li Washingtonê ji K24ê re ragihand, rayedarên hikûmeta Amerîkayê raspardeyên wan ên baş ji bo xelk û hikûmet û aliyên siyasî yên Kurdistanê hebûn, daxwaz dikin ku yek deng û yek helwest bin û li Bexdayê beşdarî proseya siyasî bibin.

Teter eşkere kir, Amerîka ji Kurdan daxwaz dike yek deng bin û nehêlin belavbûn di navbera aliyên siyasî de hebe, Nûnerê Koşka Spî ji şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand, silavên Serokê Amerîkayê Joe Biden bigihînin serkirdetiya siyasî ya Kurd, bi taybetî jî bigihînin Serok Mesûd Barzanî.

Parêzgarê Duhokê destnîşan kir, ji bo seqamgîrî vegere Şingalê û xelk vegere ser mal û halê xwe, Washington tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike, herwiha daxwaz jî dike, ew hêz û aliyên siyasî û çekdarên neyasayî ku li wê navçeyê ne, ji Şingalê derkevin.

 

Basnews

Top