Şandeke Amerîkî seredana navçeyên bin kontrola HSDê kir
Şêwirmendê Hevpeyamniya Navdewletî Wiliyam Robak bi Encûmena Sivîl a Dêra Zorê û bi rîspiyên wê deverê re civiya û tekezî li ser mana hêzên amrîkî kir.
Robak bi navê serokê Amerîka Donald Trump axivî û got ku piştgiriya Amerîka ji bakûr û rojhelatê Sûriyê re dê berdewam be.
Li navçeya Bisêra ya rojavayê Cemê Feratê ku tenê 8 kîlometreyan dûrî hêzên Îranî ye Robak xelkên wê deverê re piştrast kir ku tu caran nahêlên pêgeha îraniyan li wir bihêz bibe.
Serokê Encûmena Dêre Zorê Dr. Xesan Elyosif jî gıot: “Hatina sefîrê amrîkî ji bo deverê peyamekê ji bo tekez kirin û berdewambûna Hevpeymaniya Navdewletî di parastina ewlekariya deverê.”
Welatiyên gundên rojhilatî Dêre Zorê yênji şerê DAIŞê bêzar bûne jî di civînê de daxwaza peydakirina xizmetguzariyan kirin.
Şêxê eşîrekî Dêre Zorê Xelef Elesed got: “Daxwaziyên me başkirina rewşa xizmetguzariyan e. Pêwistiya me pê bi çandinî, avdan, pîşesazî, ewlekarî heye.”
Ev ne yekemîn care ku şandên amerîkî sardana wê deverê dikin.
Rudaw
