Îran: Wezîrekî Îsraîlê sîxûrê me bû
Wezîrê Enerjî û Karûbarên Jêrxaneyê yê berê yê Îsraîlê Gonen Segev li Gîneya Ekvador hatibû desteserkirin û Gulana 2018an radestî Îsraîlê hatibû kirin. Ew wezîrê Îsraîlê bi sîxûrtiya bo Îranê dihat tometbarkirin. Îsraîlê ragihadibû ku wî wezîrî ji sala 2012an ve ji bo Îranê kar dikir û zanyariyên nehenî yên Îsraîlê dida îstîxbarata Îranê.
Wezîrê Îstîxbarata Îranê Mehmûd Elevî jî bêyî ku behsa navê Îsralê û wî sîxûrî bike got, “wezîrekî kabîneya dewleteke dijmin ji bo Îranê kar dikir û ketibû bin kontrola me. Îstîxbarata me ji bihêztirîn îstîxbaratên cîhanê ye.” Ev cara yekem e ku rejîma Îranê li xwe mikûr tê ku wî wezîrê ji bo wan kar dikir.
Wezîrê Enerjî û Karûbarên Jêrxaneyê yê berê Gonen Segev salên 1990an di hikûmeta Îsraîlê de ecih girt û piştî ku dawî li wezîrtî û parlamenteriya wî hat ji ber bazirganiya madeyên hişber hatibû girtin û piştî hatibû berdan sala 2007an jî li Nîjeryayê bicih bûbû.
Segev di dîroka Îsraîlê de pilebilindtirîn kes e ku bi sîxûrtî û alîkariya dijmin di dema şer de tê tawanbarkirin.
Berdevkê Hikûmeta Îranê û Şêwirmendê Stratejiyê yê Hesen Rûhanî Muhemmed Bakir Nûbaht wê demê red kiribû ku ew sîxûrê Îranê be û wiha gotibû, “Îsraîl ji bo sûçdarkirina Îranê her rêyekê bikar tîne.” Berpirsên din ên Îranê jî ew yek red kiribû lêbelê cara yekem e Îran li xwe mikûr tê ku ew wezîr sîxûrê Îranê bû di kabîneya Îsraîlê de.
Basnews
