• Tuesday, 17 February 2026
logo

Komela Îslamî: Em li gel pêkhatina helbijartinên Kurdistanê ya di dema xwe de ne!

Gulan Media August 29, 2018 Nûçe
Komela Îslamî: Em li gel pêkhatina helbijartinên Kurdistanê ya di dema xwe de ne!
Endamê polîtburoya Komela Îslamiya Kurdistanê ragehand, ew li gel pêkanîna helbijartinê ya di dema xwe de ne û roja 30.09.2018ê helbijartin bê kirin û ev yek mafê xelkê Kurdistanê ye.

Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre û endamê polîtburoya Komela Îslamiya Kurdistanê Ebdulstar Mecîd hatin pêşberê rojnamevanan û Ebdulstar Mecîd ragehand: ‘’Li Kerkûk û wan navçeyên ku ereb kirin destpê kiriye, em li gel her pêngavekê ne ku ew siyaseta ereb kirinê li wan navçeyan neyê hiştin. Pêgeha kurdan a li wan navçeyan bê vegerandin. Em him nîgeran in û him alîkar û piştevanê her projeyekê ne ku bibe hêvinê wê yekê ku xelkê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanê bigehin rihetiyê û jiyan asayî be.’’

Herwaha behsa hewldanên pêkanîna hikûmeta Iraqê kir û amaje bi vê yekê jî kir ku: ‘’Em wek (Gorran, Komel, Hevpeymanî û Yekgirtû) guftûgo dikin ku gelo em beşdarî kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bibin an na? Eger em beşdar bibin dê projeya me çibe? Di heman demê de bo karê hevbeş, PDK û YNKê projeyek bo guftûgo kirin û beşdarbûna li kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de amade kiriye, li ser vê jî dê ew çar alî biryarê bidin.’’

Derbarê paşxistina helbijartinên Kurdistanê de jî Ebdulstar Mecîd got: ‘’Derbarê helbijartinên 30ê Îlonê 2018ê de hin alî bi germî daxwaza paşxistinê dikin. Em wek Komela Îslamiya Kurdistanê teqez dikin ku em li gel pêkanîna helbijartinên roja 30.09.2018ê ne ku di dema xwe de bên kirin. Mafê hemwelatiyane di dema xwe bi azadî wî mafê xwe bikarbînin. Gelek behsa saziyan û serweriya yasayan tê kirin û em li gel vê ne ku ti yek ji me pêwîste nehêlê vê şerm û eybê bîne ser xwe.’’

Basnews
Top