• Tuesday, 24 February 2026
logo

Komeleya Şoreşger: 3 heftiye Pêşmergeyekî me li Silêmaniyê winda bûye

Komeleya Şoreşger: 3 heftiye Pêşmergeyekî me li Silêmaniyê winda bûye

 Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê bi daxuyaniyekî ragehand, Pêşmergeyekî wan ê berê li Silêmaniyê winda bûye.

Îro 05.04.2022yê Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Em bi rêya vê daxuyaniyê ve raya giştî agahdar dikin ku 3 heftiye Pêşmergeyekî berê yê Komele bi navê Efşîn Emînî ku zêdetirî 2 salane dest ji Pêşmergetiya Komele berdabû û wek penaberê siyasî li Herêma Kurdistanê jiyan dikir, şeva 17 bo 18ê Adar a 2022yê li mal derketiye û careke din venegeriya ye.’’

Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Piştî Komele agahdarî vê rewşê bûye bilez bi rêya pêwendiyên Komele yên li Silêmaniyê ve dûvçûn li ser bûyerê kiriye û bi berdewamî hemû hewldanekî dide ji bo agahdarbûna ji çarenivîsa Kak Efşîn û piştrastbûna ji selametiya wî. Lê heta naha aliyên pêwendîdar bêagahbûna xwe li ser çarenivîsa navborî ragehandine û naha jî ku demek li ser bûyerê re derbas bûye, Komele û malbata navborî roj bi roj nîgerantir bûne û daxwazê ji asayîş û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku hewldanên xwe bihêztir bikin, ku çarenivîsa Kak Efşîn Emînî diyar bibe û hem em hem jî malbata wî ji vê nîgeraniyê derkevin.’’

 

Basnews

Top