Peykerê Erdogan li bajarekî Almanyayê hat rakirin
Di çarçova festival “Wiesbaden Biennale” duh 28.08.2018ê li bajarê Wiesbadenê yê li rojavayê Almanyayê peykerê serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ê 4 metreyî perde li ser hat rakirin.
Lê ji ber bertekên hemwelatiyan û nerazîbûnên tund nîşandan û ragehandin, peykerê kesên ku xizmetên mezin ji mirovahiyê re kiribin tên çêkirin. ‘’Peykerên wan kesan nayên çêkirin ku dijî demokrasi be û bi hezaran kes xistibin zîndanan.’’
Li hember wan bertekan desthilatiya bajarê Wiesbadenê derengê şeva bûrî peyker rakir û ber bi cîheke ne diyar ve birin.
K24
