Tirkiyê navenda Asayişê bombebaran kir
Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê li nahiyeya Zirgan a ser bi Til Temirê ve navenda Asayişê bombebaran kir.
Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê îro danê êvarî li nahiyeya Zirgan a ser bi Til Temirê ve li Cizîra Rojavayê Kurdistanê navenda Asayişê bombebaran kir.
Li gor zanyariyan di encama êrişa Tirkiyê de bo ser navenda Asayişê ya li Zirganê, birîndar hene. Lê heta niha ji aliyê saziyên peywendîdar ve derbarê hejmara birîndaran de zanyariyek nehatiye belavkirin.
Ev di demekê de ye ku Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve, êrişên xwe li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola hêzên Kurdî de zêde kirine.
Herî dawî jî firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê roja 1ê vê mehê li herêma Tirbespî ya Rojavayê Kurdistanê otomobîlek bombebaran kiribû.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî li ser êrişa Tirkiyê daxuyanî dabû û amaje bi wê kiribû ku êrişên Tirkiyê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê berdewam in.
HSDê ragihandibû, “Li nêzî bajarokê Tirbespiyê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve êrişek balafirê keşfê li hember seyareyek girêdayî Hêzên Erka Xweparastin pêk hat.”
HSD aşkera kiribû, “Di vê êrişê de hevalekî me bi navê Dirar Cuma Hemze şehîd ket û her wiha helbestvanê navdar Ferhad Merdê jî di nav de 2 hevalên me jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran baş e.”
Li gor Navenda Ragihandinê ya Rojava (RIC) ku çavdêriya xwecihî dike, tenê îsal di encama êrişên Tirkiyê de li nav axa Rojavayê Kurdistanê, “Herî kêm 3 kes, ku 2 ji wan zarok in, jiyana xwe ji dest dane.”
Navenda Ragihandinê ya Rojava (RIC) li ser êrişên firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê li nav axa Rojavayê Kurdistanê jî aşkera dike, “Bi giştî 22 êrişên bi dronan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kirin.”
Rudaw
