• Tuesday, 17 February 2026
logo

Seidî Pîre: Ebadî nikare biryarê li ser Kerkûkê bide!

Gulan Media August 29, 2018 Nûçe
Seidî Pîre: Ebadî nikare biryarê li ser Kerkûkê bide!
Berdevkê YNKê ragehand, gef li ser Kerkûkê hene û ew hêzên li Kerkûkê ne dijî destûra Iraqê ne û tenê ji bo ava kirina aloziyê li wî bajarî ne.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehemd Pîre derbarê helwesta Heyder Ebadî a li ser Kerkûkê de ji rojnamevanan re ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nikare biryarê li ser Kerkûkê bide, ji ber pêwendiya wê bi destûra Iraqê re heye.

Herwaha got, YNKê bi PDKê re biryar dane ku komîtekê pêk bînin, ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê bi awayekî pratîkî û babeta parêzgar û babetên din jî zelal dikin.

Herwaha ragehand, gef li ser Kerkûkê hene, ne tenê bo Kurdistaniyan, bo Iraqê jî. Ew hêzên li wê derê ne ji bo ku aloziyan li nava Kerkûkê derxin û li dijî destûrê kar bikin li wê derê ne.

Du rojên borî de şandeke 4 aliyên siyasî yên Iraqî bo pêkanîna koma herî mezin a parlemantoya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û ligel PDK û YNKê civiya bû.

Piştî wan civînan jî, parlemanterekî Hevpeymaniya Saîrûn aşkere kir, nakokiyên wan ên bi Kurd re li ser Kerkûk û pirsa vegera Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûn.

Basnews
Top