• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şanda HDPê li ser şewata daristanan îro diçin Dêrsimê

Gulan Media August 28, 2018 Nûçe
Şanda HDPê li ser şewata daristanan îro diçin Dêrsimê
Şandeke 11 kesî ya Partiya Demorkatîka Gelan (HDP) dê îro serdana wan herêmên Dêrsimê bike, ku agir bi daristanên wan deran ketiye.



Li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ji du roj ve operasyona hêzên ewehiyê yên Tirkiyê li dijî PKKê dest pê kirine û helîkopterên artêşa Tirkiyê çend deverên Dêrsimê bombebaran kirine.



Li gorî zanyariyan, di encama bombebaranê de cardin agir bi daristanên çiyayên Dêrsimê ketiye û heta niha nehatiye vemirandin.



Her li ser berdewamiya şewata li daristanên Dêrsimê, HDPê ragihandiye, ku dê çend parlamenterên xwe ji bo şopandin û lidûvçûna rewşê bişîne herêmê. Hatibû ragihandin, ku dê şandeke 11 kesî ya HDPê îro Sêşemê 28ê Tebaxê biçin Dêrsimê.



Navenda Ragihandin û Çapemeniya HDPê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku cîgirên hevserokên HDPê Alîcan Onlu, Murat Çepnî û Serokê Fraksyona HDPê li parlamentoya Tirkiyê Ayhan Bîlgen, Kargêrê Îdarî yê HDPê Mahmut Tagrul û parlamenterên wê partiyê Erkan Baş, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Erdal Aydemir, Mehmet Tiryaki, Dilşat Cambaz û Kemal Bulbul dê roja Sêşemî 28ê Tebaxê serdana wan herêmên Dêrsimê bikin, ku agir li daristanên wan deran ketiye.

Rudaw
Top