• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şandeke çar aliyên Îraqî civiya

Gulan Media August 28, 2018 Nûçe
Serok Barzanî li gel şandeke çar aliyên Îraqî civiya
çar aliyên Îraqî bi hevre hatin cem Serok Barzanî
Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ya lîsta (Saêrûn, Nesir, Hîkime û Weteniye) ya Iraqê kir.

Îro li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ya çar aliyên Îraqî bi navê

lîsta (Saêrûn,Nesir, Hîkime û Weteniye) ya Iraqê kir.

Di civînê de şanda mêvan behsa hin mijaran kir û balkêşande ser pêgeha dîrokî û siyasî ya Serok Barzanî di xebata dijî dîktatorî û hewlên ji bo avakirina Iraqa nû de.

Di derbarê paşaroja proseya siyasiya Iraqê, çawetiya pêkanîna hikûmeta nû, hilbijartina her sê Serokayetiyan, mekanîzmên karkirin û mîsoger kirina bi cîhkirina rêkkeftina di navbera aliyan de bîr û ramanên xwe ji bo Serok Barzanî diyar kir.

Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî û şanda mêwan behsa şaştiyên siyasî û hikumdariyê kirin ku piştî 2003an li Îraqê de hatine kirin û tekez li ser wan mekanîz û tedbîran kir ku pêşî ji dûbare bûna wan şaşiyan digirin kirin.

Di dawiya civînê de şanda mêwan û Serok Barzanî jî tekez li ser pêbend bûn bi destûr û bicîh kirina her sê pirensîbên hevpariyê, tewafoq û hevsengiyê di nava prosesa siyasî û beşdariya tevahiya pêkhateyên Îraqê di desthilatê de kirin.

Top