• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Şirnexê şer: 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan

Gulan Media August 28, 2018 Nûçe
Li Şirnexê şer: 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan
Îro sêşemî li parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket û li gor hikûmeta Tirkiyê, di encama şer de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.



Li gorî agahiyan, şer li hawirdora çend gundên ser bi navçeya Bêtşebab a Şirnexê ve derketiye.



Parêzgariya Şirnexê derbarê şerê îro de daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, îro sêşemî firokeyên bêfirokevan ên artêşa Tirkiyê çavdêriya liv û tevgerên tîmeke gerîalyên PKKê li çend gundên ser bi navçeya Bêtşebabê kirine û piştre hêzeke cendirmeyan bi wan gerîlayên PKKê re ketine şer.



Li gorî daxuyaniyê, di encama şer û pevçûnan de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 serbazên Tirkiyê jî birîndar bûne.



Parêzgariya Şirnexê herwiha ragihandiye, ku di şer de helîkopterên serbazî jî hatine bikaranîn.



Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye, hêj derbarê şer û pevçûnên îro û can ji dest dana 5 gerîlayên xwe ti daxuyanî nedane û zanyariyên ku hikûmeta Tirkiyê ragihandine, red an piştrast nekiriye.

Rudaw
Top