• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ebadî: Em li gel Kurdan li ser Kerkûkê bazarê nakin

Gulan Media August 28, 2018 Nûçe
Ebadî: Em li gel Kurdan li ser Kerkûkê bazarê nakin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ji bo pêkanîna fraksiyona herî mezin a parlementoyê, ew li gel Kurdan li ser Kerkûkê bazarê nakin.



Heyder Ebadî îro duşemê diyar ku "ji bo tevlîbûna Kurdan bo fraksiyona herî mezin a parlementoya Iraqê, li ser Kerkûkê ti nîqaş tine ye".



Ebadî eşkere kir ku wî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ragihandiye, ne mimkun e ku li ser mijara dosyeya Kerkûkê nîqaşê bikin.



Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje ku "divê hevpeymanî di navbera aliyên siyasî de weke şirîkên hev pêk were, dûrî pêşkêşkirina hinek tiştan".



Hatibû gotin ku li gel Kurdan rêkeftinek li ser wê yekê hatiye kirin ku Pêşmerge vegere parêzgeha Kerkûkê û parêzgeh vegere ser rewşa bûyerên 16ê Cotmehê, li hember vê yekê jî Kurd dê tevlî fraksiyona herî mezin a parlementoyê bibe.

Rudaw
Top