• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Rihayê di navbera du malbatan de pevçûn

Li Rihayê di navbera du malbatan de pevçûn

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatên ku di navbera wan de neyartî heye pevçûn derket û di derbarê hejmara birîndaran de amarên cuda hene.

Li taxa Ugurlu ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê di navbera du malbatan de ji ber sedemeke ku heta nihatiye diyarkirin bi kevir û daran pevçûn derket.

Li gorî ajansa nûçeyan DHA di encama pevçûnê de 14 kes birîndar bûne. Li aliyê din li gorî ajansa fermî ya Tirkiyê Anadolu Ajansi jî 7 kes birîndar bûne

Li ser agahdarkirina xelkê deverê timên ewlehiyê mudaxaleyî bûyerê kirin û 6 kesên ku tevlî pevçûnê bûbûn hatin desteserkirin.

Herwiha kesên ku di pevçûnê de birîndar bûn bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Timên ewlehiyê ji bo tespîtkirina kesên ku tevlê pevçûnê bûne tespît bikin lêpirsin dan destpêkirin.

Li aliyê din parêzgarê Rihayê Abdullah Erin jî çû cihê bûyerê û banga aramiyê li welatiyan kir.

 

Rudaw

Top