• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erişa li ser çalekîya kesên xizmên xwe winda kirîn

Gulan Media August 28, 2018 Nûçe
Erişa li ser çalekîya kesên xizmên xwe winda kirîn
Li Amedê li ber derîyê avahîya Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê ya şaxa Amedê HDPê, DBPê, ESPê, KCDê û Platforma Ked û Demokrasiyê bi munasebeta erişa li ser çalekîya kesên xizmên xwe winda kiri ya li stenbol ya hefteya 700 emin daxuyanîyeke hevpar da çapemenîyê. Di daxuyanîye de parlementerên HDPê yên Amedê, endam û revebirên van partî û rexistinan cihgirtin.
Daxuyanîya hevpar hevseroka HDPê ya şaxa Amedê Filiz Buluttekinê xwend û got:
“Em wê erişa li Stenbolê li dayikên zarokên xwe winda kirî û parlementer û revebirîn saziyên din yên ji bo alikarîyê li gel wan şermezar dikin û hevalên xwe slav dikin. Ev tekoşina eve 3 serdeme berdewam dike disa li hemberî erişên faşizan hat. Bi rastî ev eriş nişaneya tirsa li hemberî tekoşina dayikane. Em jinên li Kurdistanê, zimanê me, nasname me û çandame tê xwestin bê tune kirin û zarokên me di salên 90 de hatin berzekirin. Me li hember inkar û asimilasyonê tu carî serê xwe ne tewant û em natewinin. Em di zanin yêk çareserî heye ew jî berxwedane û emê li berxwebidin.
Hêjayê gotinê ye ku 25 tebaxê li stenbolê kesên xizmen xwe winda kirî di xwest heftiya 700 emin çalekîya runiştinê pêkbine û qeymeqamtiyê destur neda û li ser bi biryarbuna çalekvanan polisan mudaxaleyî wan kir û gelek kes hatin binçavkirin.
Top