• Tuesday, 17 February 2026
logo

GIG: Tirkiye ji NATOyê der dikeve

Gulan Media August 28, 2018 Nûçe
GIG: Tirkiye ji NATOyê der dikeve
Navendeke steratejîk ya îstîxbaratî yaku ser bi artêşa Amerîkayê ye û ji hijmareke generalên teqawîd yên artêşa Amerîkayê pêk hatiye, derbarê têkiliyên navbera Tirkiye û Amerîkayê her wisa têkiliyên navbera Tirkiye û NATOyê raportek amade kiriye.

Li gor nûçeyeke kanala 20 a Ebrî, di raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku jiber têkçûna têkiliyên navbera Tirkiye û Amerîkayê, vê Tirkiye zêdetir hewl dide xwe nêzî Rûsyeyê bike û pişta xwe bide welatên Rojavayî bi taybetî Amerîka.

Di berdewamiya raporta han de behsa vê yekê jî hatiye kirin ku tê payîn heta çend mehên din vê Tirkiye bi temamî ji NATOyê vekêşe.

Top