Wezîrên berevaniya Tirkiyê û Amerîkayê hevdîtinek pêkanîn!
Ajansa AAyê li ser zarê berpirsekî wezareta berandiya Tirkiyê ragehand ku, di pêwendiya telefonî di navbera Akar û Mattis de pêwendiyên herdu welatan, rewşa Sûriyê û şerê li dijî terorê hat gotûbêj kirin.
Hêzên Amerîkî û Tirkî di meha Xizîrana borî de, lihev kirin ku li navçeyên kontrola Mertala Firatê û bajarê Minbic de belav bibin û kar ji bo derxistina YPG û HSD ji wan navçeyan bikin.
Piştî ku Tirkiyê qeşeyekî Amerîkî desteser kir û ew bi alîkarî kirina terorê tometbar kir, îdara Amerîkî daxwaz kir, ku ew qeşe di demeke herî zû de bê berdan, vê yekê hişt ku nakokî di nav herdu welatan de çêbibin, di encamê de serokê Amerîka Donald Trump ceza li ser wezîrên Navxwe û yê Dadê yên Tirkiye sepand û wek karvedan li ser wan cezayan, Tirkiyê jî herdu wezîrên Dadê û Navxwe yên Amerîka ceza kir.
Basnews
