• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şandeke 4 aliyên Iraqî bo pêkanîna hevpeymaniyê gihîşt Hewlêrê

Gulan Media August 27, 2018 Nûçe
Şandeke 4 aliyên Iraqî bo pêkanîna hevpeymaniyê gihîşt Hewlêrê
Îro şandeke payebilind a aliyên siyasî yên Şîe yên Iraqê ku ji hevpeymaniyên Saîrûn, Nesir, Hîkme û herwiha hevpeymaniya Weteniye, pêkhateyeke secular a erebên Iraqê ye, pêk tê, gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û dê li gel PDK û YNKê bicivin.



Li gorî zanyariyên Rûdawê, îro saet 09:00 bi dema Hewlêrê şanda çend aliyên Şîe gihîşt Herêma Kurdistanê û dê dest bi hevdîtinên xwe li gel şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (PDK) bikin.



Hatina wê şanda aliyên Şîe yên iraqî bo Herêma Kurdistanê jibo razîkirina herdu partiyên sereke yên Kurdistanê ye, daku di pêkanîna mezintirîn fraksyona parlemanî û herwiha pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de beşdar bin.



Herdu aliyên PDK û YNKê di hilbijartinên 12ê Gulana îsal de piraniya kursiyên parlamentoya Iraqê bi dest xistin.



Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman derbarê endamên şanda aliyên Şîe de ragihand: “Nisar Rebîhî û Casim Hilfî li Hevpeymaniya Saîrûn, Ednan Zerfî û Xalid Obeydî ji Hevpeymaniya Nesir, Ehmed Fetlawî û Ebdullah Zeydî ji Bizava Hîkme û Kazim Şemerî û Rehd Dehlekî ji Hevpeymaniya Weteniya di şandê de cih digirin.”

Rudaw
Top