• Tuesday, 24 February 2026
logo

'Barê Giran' xelatek din jî wergirt

'Barê Giran' xelatek din jî wergirt

 Fîlma bi navê Barê Giran a derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl di pêşbirka navnetewî ya Yunus Emre de bû filma duyem. Barê Giran yek ji kurtefilmên Kurdî ye ku herî zêde xelat bi dest xistine.

Barê Giran herî dawî di Pêşbirka Fîlman a Yunus Emre de ku pêşbirkeke navnetewî ye xelata duyem bi dest xist. Di heman pêşbirkê de fîlma derhênerê Îranî Reza Fehimî ya bi navê 'White Clad' bû fîlma yekem.

Barê Giran beriya niha jî di 8emîn Festîvala Fîlm a Navdewletî ya a New Yorkê de hatibû xelatkirin.

Çîroka Barê Giran li ser jiyana kesê bi navê Avdel e ku hewl dide debara jiyana malbata xwe û xwişk û biraziyê xwe dabîn bike û li Mêrdînê hatiye berhemanîn.

Barê Giran ku ji aliyê derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl ve hatiye berhemanîn û heta niha ji bo zêdetirî 100 festivalên fîlman hatiye vexwendin û piraniya wan di asta navdewletî de bi dehan xelat wergirtine.

Barê Giran di sala 2019an de ku kurtefîlma herî zêde xelat wergertî ye, di sala 2021an de bibû berbêjera Oscarê.

Derhêner Yilmaz Ozdil sala 1979an li Gevera ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê ve ji dayîk bûye û sala 2002an ji Peymangeha Ragihandinê ya Zanîngeha Enqerê der çû û heta niha wek derhêner beşdarî di gelek festîvalên navdewletî de kiriye û gelek xelat wergirtine.

 

Rudaw

Top