• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Zaxo jineke 30 salî hat kuştin

Li Zaxo jineke 30 salî hat kuştin

Polîsê Zaxo ragihand; êvara 31ê Adara 2022yan jineke 30 salî li komelgeha Îbrahîm Xelîl ji aliyê pismamê xwe ve, bi çekê keleşnîkov hatiye kuştin.

Di daxuyaniya Polîsê Zaxo de hat eşkerekirin; jina bi navê Ç. S. Ş ji aliyê pismamê xwe yê bi navê N. E. Ş bi çend gulleyên keleşnîkovê hatiye kuştin.

Polîsê Zaxo eşkere kir; sedema tawanê ji ber kêşeyeke civakî bûye.

Li gor zanyariyên K24ê, kujer hîn xwe radest nekiriye û ber bi cihekî nediyar ve reviyaye.

Li gor madeya 406 a yasaya cezayên Iraqê, bi biryara dadger fermana desteserkirina kujer derketiye û polîs ji bo desteserkirinê li wî digere.

 

K24

Top