• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê Hizbullaha Lubnanê hişyarî da kurdên Sûriyê: Amerîka dê we bifroşe!

Gulan Media August 27, 2018 Nûçe
Serokê Hizbullaha Lubnanê hişyarî da kurdên Sûriyê: Amerîka dê we bifroşe!
Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah dibêje, kurdên Sûriyê karekî baş dikin ku bi Şamê re hevdîtin dike lê hişyariyekî jî dide kurdan.

Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah duh ragihand, herêma rojhilatê Feratê di destê kurdan (YPG) de ye her wiha kurdên Sûriyê rêyek rast dane pêşiya xwe ku danûstandinê li gel hikûmeta Sûriyê dikin û divê ji vê paşde gav nehavêjin.

Hesen Nesrullah li ser pêwendiyên Amerîka û kurdên Sûriyê jî got: “Hûn nizanin Amerîka dê kengê ji rojhilatê Feratê vekişe. Gelî kurdan! hûn nizanin kengê dê Amerîka we bifroşe. Xwedê dizane dê we bifroşe kî. Dê we bifroşe Tirkiyê, Rûsya…!”

Basnews
Top