Mesrûr Barzanî: John her tim di bîra me de be
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber wefata Senatorê Amerîkî John McCain peyameke ser saxî weşand.
Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe ya li Twitterê nivîsandiye; Em bi bihîstina nûçeya wefata Senatorê Amerîkî û dostê gelê Kurdistanê John McCain gelek xembar bûn û jiber vê minasebeta han hevxemiya xwe bo kesûkarên vî diyar dikim.
Mesrûr Barzanî herwiha nivîsandiye ku John heval û dilsozê gelê Kurdistanê bû û her tim vê li bîra me de bimîne.
