Parlementerê HDP: Nebûna nûnerek Kurd di desthilatê de, wêneyê rastiya Tirkiye ye
Kaçmaz, pergala nû ya Tirkiye nekariye û nayê çaverêkirin ku bibe sistemek demokratîk a çareseriya pirsgîrêkan li Tirkiye. Mînak a wekî wê jî li cîhanê nîn in, liser bîngeha desthilata takekesî hatiye sazkirin. Pirsgîrekên Tirkiye bi vê pergalê kûrtir dibin. Ji pirsgîrêka Kurd re jî diyar e dê nikaribe bibe çareserî.
Liser vê pergalê jî lêkolîn nehatine kirin, bi lez û bi daxwaza Serokomar hatiye organizekirin.
Kaçmaz, hevpeymaniya di navbeyna AK Partî û MHP de jî, wekî tifaqek dijî Kurdewarî û Kurdistanê binav kir. Lê dê çi encamê ji vê siyasetê negre. Siyaseta 100 salî ya bi tade û zorê nêzîkahiya pirsa Kurd nekariye bibe çareserî. Girêdayî referendûma Serxwebûna Kurdistanê jî, helwêsta vê Hevpeymaniyê liber çavan bû. Di dijberiya Kurdistanê de, dikare ligel her aliyekî – Ebadî, Heşda Şabî jî tifaqê bike.
Parlementerê HDP herweha siyaseta Suriye ya Enqereyê wekî siyasetek binkeftî binav kir.
Siyaseta desthilatê hemberî HDP wekî nêzîkahiyek izolasyonê diyarkir. HDP di platformên siyasî û raya giştî de nikarin azadane ramanên xwe bînin ziman.
Girêdayî rexneyên Selahattin Demirtaş û Idris Baluken beramberî HDP ku pasîf e, Kaçmaz got ku: “her du birêvebirên me yên berê ji alî desthilatê ve hatine dîl girtin. Di navbeyna HDP û wan de tu problem nîn in. Hin alî dixwazin, wekî ku pirsgîrêk hene bidin diyarkirin, lê ne rast e”.
Liser izolekirina aliyê Kurdistanî jinav HDP (wekî Osman Baydemir, Ahmet Turk, leyla Zana, Adem geverî, Lezgîn Botan û h w d).. Kaçmaz got: ew mînakên hatî dan nîv ji wan siyaset li wan hatiye qedexe kirin, hin ji wan nekarîne bibin namzet ji bo parlementeriyê.
Herweha Huseyin Kaçmaz got ku: Di desthilatê de nûnerek Kurd jî nîn e, û ev mînakek xerab a nêzîkahiya desthilata AK Partiyê ye û kiryarek ji xwe dijî demokrasiyê ye…
K24
