Welatiyekî Efrînê ji eşkenceyê canê xwe jidest da
Çalakvanên ji Efrînê ji K24ê re ragihandin, welatiyê bi navê Seîd Teter yê (53 salî) yê ji gundê Ereba yê navçeya Mabeta, berî bi demekê ji aliyê grûpa Fetih ve bi armanca standina pereyan hatibû girtin, lê rewşa wî ya tenduristî ji ber lêdan û eşkencê gelek xirab bûbû, loma çekdaran ew berdan.
Pişt re Seîd Teter bo nexweşxaneyeke bajarê Kilîsê yê Tirkiyê ve hat veguhestin û li wir canê xwe ji dest da.
Çalakvanan dan zanîn jî, Li heman gundê Ereba milîsên grûpa Cebhe El-Şamiyê berî bi heftiyekê heft ciwanên gund revandine û heya niha jî rewşa û çarenivîsa wan ne diyar e.
Kesên ku ji nav girtiyan hatine naskirin ev in: Ciwan Îbiş, Îbiş Hebeş, Welat Teşî, Xelîl Hesen û Mihemed Teter in.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar di 18ê Adara bûr de, binpêkirinên mafên mirovan li ser destên grûpên çekdar ve bi awayekî berçav roj bi roj zêdetir dibin û artêşa Tirkiyê jî tenê çavdêriyê dike bê ku destêwerdanê bike.
Grûpên çekdar bi armanca wergirtina pereyan bi awayekî rêxistinkirî welatiyên Efrînê direvînin û eşkence didin û ta niha gelek welatî jî ji ber eşkenceyan ve canê xwe jidest dane.
K24
