• Tuesday, 24 February 2026
logo

Yûnis Das albûmeke nû belav kir: Henase

Yûnis Das albûmeke nû belav kir: Henase

 Muzîkjenê kurd Yûnis Das ê bi albûma “Teq û Req û Req” dest bi jiyana xwe ya profesyonel  a muzîkê kirî, niha bi albûma xwe "Henase" li pêşberî guhdêran e.

Hunermend Yûnis Das vê carê di vê albûma xwe ya duyemîn de cih daye 10 strana û muzîk, gotin û aranje ji aliyê wî bixwe ve hatine çêkirin.

Yûnis Das ji Rûdawê re diyar kir ku enstrumanên weke elektro gitar, akustik gitar, bass gitar, bateri, saksafon, klarnet, klavye di di albumê xwe ya bi bnavê “Henase de bikar anîne.

Das herwiha da zanîn ku produksiyona albumê jî ji aliyê wî bi xwe hatiye kirin û got: “Albûm niha li ser hemû platformên dîjîtal ên muzîkê belav bûye.”

Derbarê şêwaya muzîkê de Das diyar kir ku sounda albumê bêhtir bi formên rojavayî yên wek rocka nerm û rocka folk e, lê hunermend motîf û rîtmên muzîka kurdî jî têkelî van stîlan kiriye û got: “Armanca sereke ya albumê jî gihandibana hêmanên kurdî bo terzên muzîkê yên cîhanî ye.” 

Bala muzîkjenê ji Cizîra Botanê di vê albûmê de bêhtir li ser ziman e ku bi reng û dirûvên folklorîk bixemilîne.

Biryar e hunermend piştî demkê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest bi konsertên xwe yên danasînê bike.

Navên stranên di albûma Henase de cih girtine:

1- Azadî

2- Belkî

3- Çûk û Gul

4- Dûrî Bûrî

5- Heçkû

6- Henase

7- Kerixîm

8- Mij û Berf

9-  Tik û Tenê

10 - Zerya

Top