Parlamenterekî Kurdistanê bersiva sefîrê Tirkiyê li Iraqê da: Te şekir şikand!
Sefîrê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz, roja cejna Qurbanê çûbû Kerkûkê û li nav turkmenên bajêr de gotibû ku qaşo “Kerkûk warê bav û kalên me ye!”
Parlamenterê Kurdistanê Omêd Xoşnav li ser rûpela xwe ya facebookê bersiva wî dîplomatê Tirkiyê daye û gotiye, gotinên sefîrê Tirkiyê li dijî pîvanên dîplomatîk e û tê wateya fitnegeriyê! Çimkî gotinên wî dibe sebeba tehrîkbûna xelkê Kerkûkê û çanda pêkvejiyanê armanc dike.
Omêd Xoşnav her wiha gotiye, sefîrê Tirkiyê bi wan gotinên xwe şekir şikandiye. Em jî li hember wê şekir şikandina wî de dibêjin ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye lê gel û ayînên cuda tê de dijîn. Mixabin ji ber xiyaneta 16 Cotmehê Kerkûk niha hatiye dagîrkirin lê wek sembola netewî ya me ya mezin Barzaniyê Nemir kerem kiriye; eger yek kurd jî li Kerkûkê nemîne Kerkûk dîsa her Kurdistanî ye…
Basnews
