• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî li eniyên şer cejna Qurbanê li Pêşmerge pîroz kir

Gulan Media August 25, 2018 Nûçe
Barzanî li eniyên şer cejna Qurbanê li Pêşmerge pîroz kir
Serok Mesûd Barzanî serdana sengerên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Rojavayê Dîcle kir û cejna Qurbanê li pêşmergeyan pîroz kir

Îro danê sibê Serok Barzanî çû eniya rojavayê Dîcle û serdana sengerên Pêşmerge kir.

Di wê serdanê de, Serok Barzanî pîrozbahiya cejna qurbanê li Fermande û Pêşmergeyên wê eniyê û hemû Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî destxweşî li serkeftinên pêşmerge di şerê dijî terorîstan û şerê berevaniya li ax û niştiman kir û pesnê cangorî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge di parastina kerameta ax û niştiman de kir.

Barzanî ragihand ku xweragirî û qehremaniya Pêşmerge di dîrokê de hat tomarkirin û bi sedema wê destana pir li şanazî, pilana nehiştina destkeftên gelê Kurdistanê pûç kir.

Serok Barzanî silav ji bo şehîdên berevaniya li ax û niştiman û hemû şehîdên Kurdistanê re şand û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest û ragihand ku, wan şehîdan îrade û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê parast û eve ji bo Pêşmerge serbilindî û şanazî ye.

K24
Top