• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amal Clooney nûneratiya jinên êzdî di tîma NY de dike

Gulan Media August 25, 2018 Nûçe
Amal Clooney nûneratiya jinên êzdî di tîma NY de dike
Parêzera mafê mirovan Ama Clooney di tîma lêkolîn û belge kirina komkujiyên DAIŞê li Iraqê weke nûnera jinên êzdî hat destnîşan kirin.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres duh, ragihand ku, tîmeke Netewên Yekgirtî taybet bi lêkolîn û belge kirina tawanên DAIŞê li dijî kurdên êzdî li Iraqê ye.

Li gor daxuyaniya sekreterê NY dê bi serperiştiya parêzerê Brîtanî Esad Ehmed Xan be, amaje bi wê yekê kir ku, wê tîmê di 20ê vê mehê de dest bi lêkolînên xwe kiriye.

Beriya niha jî, Neteweyên Yekgirtî ew tawanên li hember êzdiyan bi komkûjî binav kiribû.

Basnews
Top