Parlementera berê ya HDPê Leyla Bîrlîk jibo mafê penaberîyê revîye çûye Yunanîstanê
Leyla Bîrlîk piştî operasyonen çirîya peşî yên sala 2016an bi tawanbarîya endamtî û propagandaya PKKê hatibu desteserkirin û demekê mabû zîndane de û berdewamîya doza we de bi salek û 9 mehan sizayê zîndankirine li derheqe we de hatibû dayîn û derketine we ya derve hatibu qedexekirin.
Hejayê gotinêye dewleta Yunanîstanê piştî hewldana kudeteya leşkerî ya sermekeftîya 15ê tîrmeha sala 2016an de 8 fermandaren Tirkîyê yên çûyîn ve dewlete radestî Tirkîyê nekiribûn û mafê penaberîyê dabû yek ji wan. Ev biryara dadgeha Yunanîstane jî bibû sedema nerazîbûna Tirkîyê.
Waar.tv
