Bereya Tirkmenî peyamekê arasteyî Kurdan dike
Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Pirsa Kurdî bi rêya guvaşa ji aliyên serkeftiyên hilbijartinên parlementoyê li Bexdayê ku hikûmeta nû ya Iraqê pêk tînin, çareser nabe.”
Erşed Salihî diyar kir: “Peyama me ji bo birayên Kurd; li şûna wan aliyên ku li dosyeya Kerkûk û deverên cihê nakokiyê xizmet nakin, bi me re danûstandin bikin. Danûstandina li gel aliyên peywendîdar bi Kerkûkê re, di qonaxa niha û siberojê de ji bo Kurdan bijardeya herî baş e, ji bo pêkanîna dadperweriyê ji hemû pêkhateyên wan deveran re.”
Fraksiyonên Erebên Sunî û Kurd li benda wê yekê ne ku aliyên Şîe fraksiyona xwe ya herî mezin pêk bînin, piştre li gel wan ji bo pêkanîna hikûmetê danûstandinan bikin.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî jî, dûr ji Rêberê Tevgera Sedir ku piştgiriya Hevpeymaniya Saîrûn dike, hewla pêkanîna hevpeymaniyekê dide. Di van demên dawî de Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku li gel Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm û Serokê Hevpeymaniya Weteniye Eyad Ellawî, dê fraksiyona herî mezin pêk bînin.
Rudaw
