• Tuesday, 17 February 2026
logo

YNK: Ji ber nebûna PDKê li Kerkûkê, me gelek ziyan dîtin

Gulan Media August 23, 2018 Nûçe
YNK: Ji ber nebûna PDKê li Kerkûkê, me gelek ziyan dîtin
Cîgirê Berpirsê Malbenda 2 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê Cemal Şukir radigihîne, gelekî pêwîst e Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê hebe, ji ber ku di dema bûrî de û ji ber nebûna PDKê me gelek ziyan li Kerkûkê dîtin.

Cemal Şukir ji K24ê re got: “Di destpêkê de bi me xweş e ku hemû partiyên Kurdistanê vegerin Kerkûkê, bi taybet PDKê, hem wek Kerkûkiyan û hem jî wek Kurd me gelek ziyan ji nebûna PDKê dîtin.”

Got jî: “Me daxwaz kir PDKê vegere Kerkûkê û Encûmena Parêzgehê bê çalakirin, ji ber ku ew êşa niha li Kerkûkê heye, beşeke mezin jê bi sedema encûmena ku niha li Kerkûkê heye ye. Loma divê Encûmena Parêgeha Kerkûkê vegeriyaba Kerkûkê û parêzgarekî Kurd hatiba danîn.”

Cîgirê Berpirsê Malbenda 2 ya YNKê li Kerkûkê amaje bi wê jî da: “Piştî 16ê Cotmehê, li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê gelek pirsgirêk ji Kurd û destkeftên wî re çê bûn, ji ber wê em pêşwaziya germ li vegera PDKê dikin û pêwîst e Encûmena Parêzgehê bicive, ta bikarin parêzgarekî Kurd hilbijêrin û mafên netewî biparêzin.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ku bi riya rêketinekê ligel çend berpirsên xuyayî hat kirin, Heşda Şeibî û artêşa Iraqê êrîşî Kerkûkê kirin û hemû baregehên PDKê dagîrkirin û Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî hat dûrxistin û parêzgarekî nû ji Kerkûkê re hat sepandin.

K24
Top