• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şaxewan Ebdula: Xiyaneta 16ê cotmehê ziman dirêjiya neyarên kurd asan kiriye!

Gulan Media August 23, 2018 Nûçe
Şaxewan Ebdula: Xiyaneta 16ê cotmehê ziman dirêjiya neyarên kurd asan kiriye!
Parlamenterê dema borî yê Iraqê yê fraksiyona PDKê Şaxewan Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dema ku kurd û hêzên Kurdistanî li Kerkûkê bûn, Tirkiye cesareta wê tinebû gotinên wisa bike. Ji ber wê jî ya baş ew e balyozê Tirkiyê dîrokê baş bixwîne û baş bizane. Tişta ku naha li Kerkûkê heyî ne desthilata tirkmen e. Desthilata Îranê ye, herwaha piştî bûyerên 16ê cotmehê zêdetirî 500 hemwelatiyên tirkmenên sunne yên Kerkûkê, ji cîhên xwe bûn. Tirkmenên sunne ji erkên xwe hatin dûrxistin. Desthilata naha heyî desthilata tirkmenên şîe ye û bi rêya Îranê ve piştgirî ji wan re dike û ji bo wê jî balyozê Tirkiyê bila dilê xwe bi wê xweş neke.’’

Şaxewan Ebdula got, peyama me bo Tirkiye, Îran û Iraqê ev e, ku rêya herî baş a Kurdistanîbûna Kerkûkê zelal kirine, ya herî baş jî proseya demokratik ve helbijartine. Kerem bikin xwe biceribînin, wê demê dê diyar bibe ku pêkhateya herî zêde li Kerkûkê kiye? Herwaha goristanên herî kevin û taxên herî kevin ên Kerkûkê şahidê wê yekê ne ku Kerkûk bajarek Kurdistanî ye, ji ber wê jî kurd li Kerkûkê pêkhateya herî zêde ye û dê her wisa jî bimîne.

Herwaha got, ji ber xiyaneta 16ê cotmehê ziman dirêjiya neyarên kurd asan bûye, ji ber eger ew xiyanet neba, bi ti awayekê cesareta wan nedibû waha ziman dirêjiyê bikin.

Basnews
Top