• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiye mûşekên S-400 ji Rûsya werdigire

Gulan Media August 22, 2018 Nûçe
Tirkiye mûşekên S-400 ji Rûsya werdigire
Tevî hişyariyên Amerîkî ji Tirkiyê re, daku mûşekên S-400 ji Rûsya nekirre, lê biryar e di sala dahatî de, Hikûmeta Rûsya sîstema berevaniya pêşketî ya li dijî mûşekan (S-400) radestî Artêşa Tirkiyê bike.

Îro serokê kompaniya Rosobotonê Export a berpirs li ser hinartina çekên Rûsî, di kongireyekî rojnamevanî de ragihand, ku girêbesta di nav wan û Tirkiyê de, wê li gorî rêketin li ser bûye, di dema diyarkirî de, were bicîkirin. Emê sîstema dijî mûşekan a S-400, di sala 2019an de radestî Tirkiyê bikin.

Ew sîstem kare ji dûriya 400 kîlometran li armanca xwe bide û wek yek ji sîstemên herî baş û pêşketî yên bergiriyê li ser astê cîhanê tê naskirin.

K24
Top