HSD tevlî artêşa Sûriyê dibe
Îlham Ehmed ji BBC re gotiye, heger li ser sîstema rêvebirina Sûriyê û pêşeroja wî welatî, rêketinek di navbera wan û rêjîmê de çêbibe, wê demê HSD dê tevlî artêşa Sûriyê bibe, lê heya niha tiştekî wisa çênebûye.
Ehmed derbarê bîrên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê jî gotiye, niha ew bîr di bin kontrola HSDê de ne û ewê bimînin di bin kontrola HSDê de, heya dema ku kirîza Sûriyê bi temamî bê çareserkirin.
Ev mehek e, YPG, HSD û PYD li gel Hikûmeta Sûriyê dest bi hevdîtinê kirine û heya niha jî du li hev rûniştine.
Basnews
