• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Enqerê êrişa çekdarî li dijî Balyozxaneya Amerîka pêk hat

Gulan Media August 20, 2018 Nûçe
Li Enqerê êrişa çekdarî li dijî Balyozxaneya Amerîka pêk hat
Îro serê sibê teqe li avahiya Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê hate kirin, lê belê di encama vê teqekirinê de ti zirar çênebûn.



Li gorî zanyariyan, derdora saet 05:00ê serê sibeha îro Duşemî 20ê tebaxa 2018an kesekî nenas ku di nava otomobîleke bi rengê Spî de bûye, teqe li avahiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê kiriye û piştre jî li cihê bûyerê reviyaye.



Piştî êrişê, hêzên polîs ên Tirkiyê gihîştine cihê bûyerê û rêkarên ewlehiyê li derdora balyozxaneyê tundtir kirin û dest bi lêkolînê kirin.



Heta niha ti zanyariyên fermî derbarê encamên lêkolînên polîs de nehatiye ragihandin.



Peyamnêrê Rûdawê yê li Enqerê, Şewket Herkî jî ragihand, kesê ku teqe li Balyozxaneya Amerîkayê kiriye, di nava otomobîlekê de teqe kiriye.



Teqekirina li balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê di demekê de ye, ku di wan çend heftiyên dawiyê de aloziyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê tundtir bûne û pêwendiyên her du welatan sar bûne.



Ji destpêka vê mehê ve hikûmeta Amerîkayê di du pêngavan de siza bi ser Tirkiyê de sepandin, ku di pêngava yekem de herdu wezîrên navxwe û dadê yên Tirkiyê ji aliyê Amerîka ve hatin cezakirin û di pêngava duyem de jî Serokê Amerîkayê Donald Trump baca li ser berhemên hesin û alemînyum ên Tirkiyê ku hinardeyî Amerîkayê tên kirin, zêde kir.



Ew biryarên Amerîkayê yên bo cezakirina Tirkiyê, bûne sedema daketina buhayê lîreyê tirkî, bi awayekê ku lîreyê wî welatî li hember dolar di nava çend rojan de heta %90 buhayê xwe ji dest da, lê piştî hinek rêkarên Enqerê bo piştevanîkirina diravê xwe, lîre karî hinek ji buhayê xwe li hember dolar bi dest bîne.

Rudaw
Top