• Tuesday, 17 February 2026
logo

Konsulê giştî yê Urdinê li Kurdistanê: Wergirtina vîzeya Urdinê gelekî hêsan bûye

Gulan Media August 20, 2018 Nûçe
Konsulê giştî yê Urdinê li Kurdistanê: Wergirtina vîzeya Urdinê gelekî hêsan bûye
Nûnerê Urdinê li Herêma Kurdistanê dibêje, wergirtina vîzeya Urdinê gelekî hêsan bûye, bo kesên nexweş hêsantir jî bûye.

Konsulê giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê Heysem Ebûlfûl ji BasNewsê re got, me wergirtina vîzeya Urdinê bo welatiyên Iraqî û Kurdistanî gelekî hêsan kiriye, bo kesên ku bo nexweşiyê diçin, hêsantir jî bûye.

Ebûlfûl her wiha got, eger vîzeya tûrîstî di nav 5 rojan de were dayîn ya nexweşan di nav 24 saetan de tê dayîn.

Nûnerê Urdinê li Kurdistanê da zanîn, yên ku dixwazin serdana Urdinê bikin dikarin li balyozxaneya Urdinê li Bexdayê, li konsulxaneya Urdinê li Hewlêrê her wiha li gelek şîrketên geştên asimanî û tûrîstî jî dikarin vîzeya Urdinê bistînin.

Basnews
Top