• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya konsulusê Îmaratê kir

Gulan Media August 20, 2018 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya konsulusê Îmaratê kir
Serok Barzanî spasiya dewleta Îmaratê kir
Duh li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îmaratên yekgitî yên Erebî yê li Hewlêrê Raşêd Elmensûr kir.

Di destpêka civînê de Raşêd Elmensûr nameyeke taybet ya Cîgirê Emîrê Îmaratê pêşkêşî Serok Barzanî kir. Piştî re behsa hin mijaran kir.

Her di civînê de Serok Barzanî jî spasiya Cîgirê Mîrê Îmaratê û konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê kir û herwiha jiber kar û çalakiyên xêrxwazî jî spasiya dewleta Îmaratê kir û tekez li ser dostatî û dom kirina têkiliyên navbera her du aliyan de kir.

Top