• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Soran zilamekî keça xwe ya 15 salî “li ser namûsê” kuşt

Li Soran zilamekî keça xwe ya 15 salî “li ser namûsê” kuşt

Li bajarê Soran yê Herêma Kurdistanê zilamekî keça xwe bi behaneya parastina namûsê kuşt.

Berdevkê rêveberiya nehîştina tundiyê li dijî jinan û malbatê li Soran, Şêrwan Xalid ji BasNewsê re got, şeva borî li bajarê Soran zilamekî keça xwe ya 15 salî ya bi navê E.I.M kuşt.

Şêrwan Xalid her wiha got, wî zilamî bi behaneya parastina namûsê keça xwe dabû ber guleyan û kuştibû. 6 gule lê dabû.

Berdevkê rêveberiya nehîştina tundiyê li dijî jinan da zanîn jî, wî zilamî ku çekdarê hikûmetê ye, piştî kuştina keça xwe teslîmî hêzên ewlehiyê bûye û niha girtî ye.

 

Basnews

Top