HEWLÊR – Yekemîn Konferansa Navdewletî ya li ser Cenosîda Kurdên Êzdî
Yekemîn Konferansa Cenosîda Kurdên Êzdî ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê û Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Revandî yên Êzdî ve hatiye organîzekirin. Tora Medyayî ya Rûdawê sponserê konferansê ye.
Di konferansê de raboriya dîroka cenosîda li ser Kurdan û bi taybetî jî cenosîda li ser Kurdên Êzdî ya 4 salên borî dê were gotûbêjkirin.
Di destpêka konferansê de peyamên aliyên hikûmî, navdewletî û nûnerên Kurdên Êzdî hatine pêşkeşkirin. Herwiha dê konferansê de 4 panel hebin.
Bozanî: Heta niha 3 hezar û 102 Kurdên Êzdî wenda ne
Di destpêka konferansê de Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Êzdiyên Revandî Xeyrî Bozanî axivî û got ku cenosîda li ser Kurdên Êzdî bidawî nebûye û berdewam dike.
Bozanî got: “Başe civaka navdewletî ji çi ditirse ku heta niha ev tawana li hember Kurdên Êzdî wek cenosîd nas nekiriye? Mixabin hêj em dibêjin cenosîd berdewam e. Lewma em daxwazê dikin civaka navdewletî, hikûmeta Iraqê, rêxistinên mirovî zêdetir bi erkê xwe yê exlaqî û mirovî ya li hember Êzdiyan rabin. Şingal wek herêmeke şer û leşkerî nemîne, ji mayînan were paqijkirin.”
Bozanî daxwaz kir, ku ew kesên destê wan di kuştina Kurdên Êzdî de hebin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve werin cezakirin û xwest ku xelkê Şingalê jî were qerebûkirin.
Xeyrî Bozanî da zanîn, ku di êrîşa DAIŞê ya 3ê Tebaxa zêdetirî 6 hezar Kurdên Êzdî hatibûn revandin û got: “Heta niha 3 hezar û 311 Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û ji wan 2 hezar û 11 kes ji aliyê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî ve hatine rizgarkirin. Lê hê jî 3 hezar û 102 kes jî wenda ne.”
“Ferman ji bo xizmetkirina xelkê bû lê ji bo me bû qirkirin”
Di konferansê de Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî axivî û diyar kir, ku bi piştgirî û destê dewletên herêmê di sedsala borî de karesatên bi serê gelê Kurd de hatine tenê neseqamgîrî û pirsgirêk bi xwe re anîne.
Hadî got: “Kurdên Êzdî ji vê re dibêjin ‘ferman’. Di warê ferheng de ferman biryara desthiladaran e. Ev biryar di navenda desthiladarî de ji bo xizmetkirina xelkê û avadankirinê tê dayîn lê ji bo me kurdan ji bo qirkirnê bûye. Desthiladarên herêmî bi fermî biryar dane Kurdan û Kurdên Êzdî jinav bibin. Ev helmeteke veşartî nebûye.”
Newzad Hadî da xuyakirin, ku Kurdên Êzdî li ber çavê hemû kesan hatine qirkirin, guhertina ol û kultura wan hatiye sepandin, lewma divê civaka navdewletî vê yekê weke cenosîd nas bike.
Parêzgarê Hewlêrê anî ziman ku hikûmeta Kurdistanê xizmeta hemû pêkhate û olan dike û bi taybetî jî xizmeta Êzdiyan dike.
UNAMI: Ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Êzdiyan dikin
Nûnerê UNAMI Ricardo Rodriguez jî gotarek pêşkeş kir û da xuyakirin, ku karesateke mezin bi serê Êzdiyan de hat û diyar kir: “DAIŞ xwe wek îslam dide naskirin lê ti caran nûnertiya îslamê nake. Tişta bi serê Kurdên Êzdî de hat xaleke reş û tariî ye di dîrokê de.”
Rodriguez amaje bi wê yekê kir, ku Neteweyên Yekbûyî piştgirî dide hewlên hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina Êzdiyan, lêkolîna tawanên li hember wan û cezakirina wan.
Nûnerê UNAMI da zanîn, ku li navçeyên Şingalê çendîn proje tên cîbicîh kirin û got, ku hêj gelek kar mane ji Êzdiyan re bên kirin.
Ricardo Rodriguez got: “Ji bo Êzdî vegerin malên xwe divê xizmetguzariyên wan werin dabînkirin. Heta niha jî êş û janên wan berdewam dike. Heta niha jî bi hezaran kes di kampan de dijîn. Pêwîstiya wan bi alîkariya darayî heye. Herwiha pêwîstiya bi sedan kesan jî bi alîkariya derûnî heye.”
Mîr Hazim: Êrîşa ser Êzdiyan wijdana cîhanê hejand
Alîkarê Mîrê Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn jî bi navê Civata Bilind a Rohanî ya Êzdiyan axivî û got: “Êrîşa terorîstên DAIŞê wîjdana cîhanê hejand, ji ber ku bi sedan mirovên sivîl û bêguneh hatine kuştin, bi hezaran keç û jinên Êzdiyan hatine revandin. Ev tawan heta îro jî berdewam e. Ji ber ku 3 hezar û 200 keç û jinên Êzdiyan hê jî di destê DAIŞê de ne. Çendîn gorên bi kom hatine dîtin. 300 hezar kesên me di kampan de dijîn.”
Mîr Hazim got: “Em weke Mîratiya Êzdiyan û Civata Bilind a Rohanî ya Êzdiyan ji civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Bexdayê û ya Herêma Kurdistanê daxwaz dikin, ku demek ji ya din zûtir deverên Êzdiyan û bi taybetî jî Şigal were avakirin, xelk were qerebûkirin û ev tawan weke cenosîd were naskirin da ku baweriya gelê me bi welatê xwe were.
Mîr Hazim diyar kir, ku ew amade ne alîkariyê bidin komîsyonên peywendîdar da ku tawanbarên karesata Şingalê werin cezakirin.
Alîkarê Mîrê Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn spasiya Cîgirê Serokê Amerîkayê kir, ku gotibû ew rasterast alîkariyê didin Kurdên Êzdî û Xiristiyanan.
Herwiha ji ber vekirina ofîsa rizgarkirina Êzdiyên revandî spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û got: “Vê ofîsê keçekê bi navê Nadiya Mûrad rizgar kir û ew keç niha bûye Balyozê Niyazpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî û dengê me digihîne cîhanê.”
Panela serboriya rizgarbûyên destê DAIŞê
Di dema konferansê de panelek jî hate sazkirin, ku 3 Kurdên Êzdî yên ji destê DAIŞê rizgar bibûn beşdar bûn û behsa serhatiyên xwe kirin.
Di beşa dûyemîn a panelê de mijara sereke weke “cenosîd û şûnasî” dê were gotûbêjkirin. Herwiha bandora cenosîdê ya li ser dorûnê Êzdiyan dê were şirovekirin.
Di vê beşê de Serokê Beşa Peywendiyên Kurd û Ermenan li Zanîngeha Yerîvanê Behram Petrosyan dê gotarekî li ser du sed salên dawîn de komkujiyên li ser Kurdên Êzdî pêşkeş bike.
Di beşa sêyemîn a konferansê de dê encamên siyasî, civakî û ewlekarî yên cenosîdê werin nirxandin.
Rudaw
