• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Tirkiyê îsal 98 jin hatin kuştin

Li Tirkiyê îsal 98 jin hatin kuştin

Platforma `Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin` ragihand ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê  di 2 mehên destpêka sala 2022ê de 98 jin ji aliyê mêran hatine kuştin.

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê raporta xwe ya sala 2022ê belav kir.

Tenê di 2 mehan de 98 jin hatine kuştin

Li gor raporta Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di du mehên destpêka sala 2022ê 98 jin, sala 2021ê 280 jin ji aliyê mêran hatine kuştin û 217 jin jî bi awayekî bi guman kuştî hatine dîtin.

Li gor amarên raportê ji 280 jinên ku sala 2021ê hatine kuştin ji wan 124 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 37 jin ji aliyê hezkiriyê xwe ve, 16 ji aliyê xizmên xwe ve, 21 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 6 jin ji aliyê birayên xwe ve, 11 jin ji aliyê kurê xwe, 13 jin ji aliyê bavê xwe ve û 3 jin jî ji aliyê kesekî ku nas dike ve hatine kuştin.

Ji malê heta kolan û cihê kar...

Ew jinên bûne qurbanî di malên xwe de li kolanê li cihên durî niştecihbûnê li cihê kar û li çolê hatine kuştin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji %49.9 nifûsa giştî  jin in û ev tê wateya 42 milyon û 252 hezar û 172 jin.

 

Rudaw

Top