Li Hewlêrê duyem hevdîtina navnetewî ya jinan birêve diçe
Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê agahderiyek belav kir û ragehand, rojên 8 û 9ê Adar a 2022yê li bajarê Hewlêrê duyem hevdîtina navnetewî ya jinan dê birêve biçe.
Li gor heman daxuyaniyê, bi dirûşma ‘’Bi pêşkeftina jinan ve civak pêşdikeve’’ rêxistina pêngava nû bi hevbeşiya li gel Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê û bi hemahengiya gruba MeselArt û Yekitiya Rewşenbîrên Ereb ve duyem hevdîtina navnetewî ya jinan birêve diçe.
Herwaha amaje bi wê yekê jî hate kirin ku hevdîtina jinan rojên 8 û 9ê Adara 2022yê li Salona Pêşewa ya nav Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê birêve diçe.
Basnews
