Ebadî serdana xwe ya ji bo Îranê hilweşand
Biryar bû Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja Çarşemê (15-08-2018) serdana Tehranê bike û li gel berpirsên Komara Îslamî ya Îranê hevdîtinan pêk bîne. Lê Ebadî ev serdan hilweşand.
Hêjayê gotinê ye, ku Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî agahiya serdana Ebadî ya ji bo Tehranê red kir û ragihand, ku agahiya wan ji vê serdanê nîne. Çavkaniyekê ji ajansekî îranî re ragiyhandiye ku serdana Ebadî di bernameyê de nebûye.
Waar.tv
