• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman kir

Gulan Media August 12, 2018 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman kir
Îro roja yekşem 12.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman û Serokê Rabîteyên(Tevgerê) Îslamî yê Kurd û şandekî li gel kir ku pêkhatibû ji Serok û Endamên Desteya Kargêrî ya Rabîteya Îslamî Kurd.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê û rûdanên piştî referandûmê guftûgo kirin û tekez jî li rewayetiya mafên gelê Kurdistanê û retkirina sepandina bi zorê û zebirûzeng li ser gelê Kurdistanê kirin.

Her li vê civînê da her dû alî di derbarê hilbijartinên meha Eylûla pêş de û pêwîstiya karkirin û danîna bernameyeke bi hêz ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina jiyan û guzeraniya hemwelatiyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Top