• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîkayê bac li ser berhemên Tirkiyê zêde kir

Gulan Media August 11, 2018 Nûçe
Amerîkayê bac li ser berhemên Tirkiyê zêde kir
Hikûmeta Amerîkayê ji bo zêdekirina heqê gumrigê yê hesinê pola bi rêjeya %50, dem diyar kir.



Daxuyaniya ku bi îmzeya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat belavkirin, eşkere dike:



“Ji bo kêmkirina hawirdeya hesinê pola û zêdekirina bikaranîna berhemên navxweyî, min biryar da ku ji 13ê Tebaxê şûnde, gumriga hesinê pola ku ji Tirkiyê tê hawidekirin, pêwîst e bi rêjeya ji sedî 50 were kirin û ev guncaw e.”



Wezîrê Bazirganî yê Amerîkayê Wilbur Ross jî di daxuyaniya xwe de got: “Serok Trump rêjeya %25 a gumriga hesinê pola ku ji Tirkiyê tê hawirdekirin, bo %50 zêde kir.”



Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû, heqê gumrigê yê li ser pola û alumînyumê dê bike du qat û %50 û %20 baca gumrigê li ser wan bisepîne

Rudaw
Top